xelîl kalo خليل كالو

Gotar …çand…wêje..Mêjû

Nivîskarê sitû xwehir 3 مارس 2014

Filed under: Beşê Kurdî — خليل كالو @ 22:51

Ji bilî celebek ji kesên bi rûmet ku xwedî qedirin , giranbuha û berêzin , ew nivîskarên meyê xwedî ked û biberhemin , resenin di hizir û ramanin xwe de .ku ew heta roja îro jî li ser bingiha xweyî kurdewarî di xebitin , berhemên wan di riya pirtûkan de li ser çand û nirxên kurdewarî têne dinya kurdewarî .ew nifiş û celeb ewin yê ku dinya kurdewarî bi wan avaye û dibine jêder û kaniyên rewşenbîriya kurdî ya resen,

di heman demê de ew mirov bergirin û vejînkarê keleporê kurdîniyê ne bi qelem û hizirên xwe . heta ew hebin wê çanda kurdî bi xêr û saxlim be û gelê kurd wê bi wan serfiraz û zindî be .

Celebekî dîtir heye ku ewin yê pirtir dengên wan bi şev û roj sikakan dadigre bi qerebalixin, bê karin û xwedî berhemên bê nişa û bê tamin. li dora xwe dizîvirin û tozê li dora xwe di rakin, ta ku kesên li dora xwe bi xapînin û rastiya wan neyê dîtin .van kesan rahiştiya wî navî bê ku hêjayî wî navî bin . ev nifiş ku pirên wan di domana buyêrin ku li sûrê hatin qewimandin di destpêka sala 2011 an de piştî ku tirs hinekî rabû .bê ku zehmetiyê bibînin û bikşînin di heyama rojên reş û dijwar de.bi çend gotarên bê wate , dobarekirî û bê armanc. bê erk û karê pirakîkî . xwe kişandin xan û zeviya nivîskaran û xwe li ber deriya hin partiya roniştin ta wan bidine pêş û wan bi hebînin û destekê bidine wan bi çandeke çilekî .

Eger tu rewşenbîr be, gereke tu xwediyê berhemên rewşenbîrî be , wekî pirtûk û dîwan û lêkolîn , anku afrêndarê çand û xwediyê nûkirina keleporê gelê xwe be û bi ramana xwe serbixwe be. tenê bi çend gotaran mirov nabe rewşenbîrî gelê kurd ku armanc çend qurûşbin . lê mirov di kare bibe şabaşçiyê ber deriyan û nane nanî be , ji bo parîk nanê rizwa li vir yan jî li wir , yan jî ji bo aferimekê ,lê bere ew kes zanibe rewşenbîrî dûrî wiya û jê bêriye û çeteyê .rewşenbîrî ne sitû xwariye û ezbebiya vê siyasetê ye yan jî ya dîtire û kesaye. Tenê rewşenbîrî serxwebûna fikir û raman û helwesta kurdewariye , eger mirov bi xwaze rewşenbîrê gelê xwe be, bi şeweyekî rasteqîne gereke mirov dengê wî be bi hest û wicdan be . lê heme koletî û sitûxwarî li ber deriyan , şermeke mezine û wî navê rewşenbîrî ser mirovan di hilîne .. û hingî mirov dibe kerê keran ..

3.3.2014

 

اترك رد

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

شعار وردبرس.كوم

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   /  تغيير )

Google+ photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google+. تسجيل خروج   /  تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   /  تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   /  تغيير )

Connecting to %s